Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'

img

ENQERE - Ji bo projeyên enerjiyê yên li gelek bajarên Kurdistanê bên kirin biryarên îstîmlaqkirinê yên bi lez hatin wergirtin, piştî ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, ketin meriyetê.

 
Ji bo projeyên enerjiyê yên li bajarên Bedlîs, Erzîrom, Şirnex û Colemêrgê biryarên îstîmlaqkirinê yên bi lez hatin girtin, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Li gorî biryarên hatine weşandin, kesên ku ji bo çêkirina Santrala Enerjiya Bayê ya Guroymakê (WPP) a santrala elektrîkê ya li Bedlîsê hatine diyarkirin, wê bi lezgînî ji aliyê Saziya Rêkûpêkkirina Bazara Enerjiyê (EMRA) ve bên îxrackirin. Li taxa Ziyaretli ya navçeya Tortum a Erzîromê, erdê gel bi hejmara 189 û parsel a bi hejmara 16, wê ji aliyê EMRA ve ji bo Santrala Elektrîkê ya Kaletepe û Santrala HîdroElektrîk (HEPP) û Projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (SPP) Amûra Enerjiyê ya Enerjiya Rojê (SPP) bê îstimlaqkirin.
 
Her wiha, ji bo Projeya Xeta Veguhestina Enerjiyê ya Qilaban-Elkê-Colemêrg ya 154 kilovolt (kV) tê xwestin ku li bajarên Şirnex û Colemêrgê bê kirin, dê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Saziya Veguhastina Elektrîkê ya Tirk (TEİAŞ) ve bi rêbaza îhaleyê bê girtin. Ev biryar bi hinceta xurtkirin û nûkirina binesaziya enerjiyê, hatin girtin.