Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç

  • rojane
  • 09:04 7 Hezîran 2023
  • |
img
MÛŞ - Makbûle Sevînç, ji aliyê zilamê ku pê re zewicandîbû ve hatibû kuştin. Danişîna doza Sevînçê di 9'ê hezîranê de ye. Diya wê Adîle Guler, ji bo beşdariya li danişînê bang kir. 
 
Makbûle Sevînç, di 11'ê mijadara 2021'ê de gava di wesayîta Necat Sevînç de ji gundê Xicikê yê Mûşê ber bi Erziromê ve diçû, li texma rêya Bostankent-Karameşeyê ve bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Kiryar Necat Sevînç, derpêş kiribû ku deriyê wesayîtê bi xwe vebûye û Makbûle Sevînç ji wesayîtê ketiye. Makbûle Sevîmç ku bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê, li beşa awarte hatibû dermankirin. Di wê navberê de Serdozgeriya Komarê ya Mûşê jî têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû dest pê kirin. Lê Makbûle Şevînç, di 30'yê Kanûna 2021'ê de gava li beşa awarte dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Cendirmeyan di çarçoveya lêpirsînê de lêkolîn kiribûn û mirina Makbûle Sevînçê wekî "qezaya trafîkê" tomar kiribûn. Lê piştî bûyerê bi sal û 3 mehan, bi hewldanên Adîle Guler (dêya Makbûle Sevînç) kiryar hatibû girtin. 
 
Dozgeriyê bi sûcê "kuştina sêwirandî û qestî" îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ya 2'yan îdianameyê qebûl kir. 
 
'DIVÊ BI MUEBEDÊ BÊ CEZAKIRIN'
 
Adîle Guler, dêya Makbûle Sevînç anî ziman ku keça wê berî ku bê kuştin hatiye mala wan û got: "Gava hat malê, diyar bû ku ew û kujer Necat ketine qirika hev. Lê keça min tu tişt ji me re nedigot. Hevjînê wê lê bixita jî ji me re nedigot. Gava çûne mala malbata kujer jî, li wir lêxistiye, lê malbata wî ketiye navberê. Necat li mala bavê xwe xwelîdan avêtiye serê keça min. Zilm û heqaret li keça min kir. Em vê yekê qebûl nakin. Divê li Necat cezayê muebedê bê birîn. Divê cîhan wî û kujerên weke wî nas bike." 
 
Guler behsa awayê qetilkirina keça xwe kir. Guler got: "Gava keça min dikuje, nizane dê çawa wê bibe nexweşxaneyê. Dibêje ji wesayîtê ketiye û ew jî bi saetan li ber serê wê sekiniye. Gava malbata wî hatiye cihê bûyerê, cendirme jî hatine. Gava kujer Necat ji cendirmeyan re dibêje qeza kiriye, cendirme dibêjin wan tu tişt ji vê bûyerê fêm nekiriye. Piştî qezayê bi çend saetan emeliyat dikin, lê paşê haya me pê dixin. Bijîşk piştî emeliyatê bi Necat re xeber dane, ji bo ku bûyerê bibêje. Gava Necat bûyerê dibêje, bijîşk dibêjin ev ne qeza ye, hatiey derbkirin." 
 
Guler bilêv kir ku paşê ew çûye cem dozger û parêzeran û wiha domand: "Min bi dozger re xeber da. Min got bûyer ne qeza ye. Tê îdikirin ku keça min bi erebê ve hatiye kaşkirin. Lê gava min got cihekî wê jî neşikestiye, dozger ez pesend kirim. Min ji dozger re got ez ê dest ji vê dozê bernedim. Lê dozger got, ji ebr qeza bûye wan dosyeyê girtiye. Min israr kir, min got ne qeza ye hatiye qetilkirin. Encamên otopsiyê yên keça min birin Enqereyê. Ber destê sersalê ez cardin çûm cem dozger. Min got çima dosyeya keça min wekî berê ye. Paşê dozger got encam hatine û ji ber derbkirinê jiyana xwe ji dest daye. Necat kujerê keça min e. Piştî çend rojan li Stenbolê hat girtin. Şikir heqê keça min li erdê nema. Necat û malbata xwe bûn yek û keça min kuştin." 
 
BANGA JI BO DANIŞÎNÊ
 
Guler ku pirsî "Çima jin tên kuştin, çima mafên jinan nayên parastin?" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê mafên jinan bên parastin. Jin ji bo kuştinê nehatine dinê. Di 9'ê Hezîranê de danişîna 2'yan a keça min e. Ez dixwazim hemû rojnamevan, parastvanên mafên mirovan li wir bin. Li Tirkiyeyê bi dehan kesên wekî keça min tên kuştin. Lê kes ranabe îtiraz nake. Eger îro kujerê keça min bê berdan, sibê wê hin kujerên din jî bên berdan. Gava kujer bên berdan, mafê kuştinê bi dest wan dikeve. Ger ev kujer bê berdan, sibê dê were min û hin kesên din jî bikuje. Divê kujer heta hetayê girtî bin."