Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun binpêkirina “Mafê hêviyê” yê girtiyan xist rojeva Meclisê û wiha got: “Divê mafê hêviyê were parastin.” 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkun têkildarî binpêkirina “Mafê hêviyê” girtiyan bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Coşkun di pêşnûmepirsa xwe de bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). 
 
LI GORÎ PMME’YÊ... 
 
Di pêşnûmepirsê de Coşkun diyar kir ku “Mafê hêviyê” yê girtiyan hewcehiyeke di çarçoveya xala “Nabe ku tu kes rastî îşkenceyê û miameleya dermirovî û biçûkxistinê were” PMME’yê de ye. Di pêşnûmepirsê de ev tişt hatin gotin: “Li dewletên ku aliyekî PMME’yê ne, dema cezayê muebbedê li hikûmxwarekî hate birîn û wî girtî beşekê cezayê xwe înfaz kir, divê cezayê wî dîsa were nirxandin û mafê wî yê berdana bi şertê kontrola edlî were dayîn û ji bo ku vî mafê xwe bi kar bîne jî mekanîzmayên bibandor bên avakirin. Di vê çarçoveyê de jî divê mafê hêviyê yê hikûmxwarên cezayê girtîgehê yê heta dawiya emrê xwe lê hatiye birîn were parastin. Ji ber biryarên keyfî yên darazê, li Tirkiyeyê gelek kes ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. 
 
ÎNFAZA 140 GIRTIYAN HATE ŞEWITANDIN
 
Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD); bi qasî ku hatiye tespîtkirin înfazên 140 girtiyan hatine şewitandin. Di nava van girtiyan de gelek girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de ne jî hene.” 
 
Di pêşnûmepirsê girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin wiha hatin parvekirin; 
 
“* Girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tursun ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Rihayê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 sala înfaz kiriye, bi hinceta ku ‘poşmantî’ qebûl nekiriye, cezayê wî 6 meh û 5 rojan hate taloqkirin. 
 
*Girtiyê bi navê Asim Demîr ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 salan di 22’yê kanûna 2022’yan de temam kiriye, nayê berdan. Înfaza Demîr hate şewitandin û 6 mehan hate taloqkirin. 
 
*Nivîskarê kurd û wergêr Nîzam Algunerhan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, bi hincetên weke ‘tev li çalakiyên çandî nebûye’, ‘bi girtiyên ku endamên rêxistinê ne re li heman qawîşê dimîne’ û ‘bi girtiyan re tev li çalakiyên werzîşê bûye’ înfaza wî hat şewitandin. Algunerhan ji 4’ê kanûna 1992’yan heta niha di girtîgehê de ye û cezayê xwe di 27’ê mijdara 2022’yan de temam kir. Lê înfaza wî hat şewitandin û berdana wî taloqî 15’ê adara 2023’yan hate kirin. 
 
*Girtiya bi navê Nîmet Deyîş ku li Girtîgeha Tîpa L-1 a Turkoglû ya Mereşê tê ragirtin, cezayê xwe yê 30 salan di 11’ê tîrmeha 2022’yan de înfaz kir lê bi sedema ku zexta ‘poşmantiyê’ ya Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê qebûl nekiriye nayê berdan. 
 
*Girtiyê bi navê Ahmet Taş ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Şakranê tê ragirtin, cezayê xwe yê 30 salan di 31’ê cotmeha 2022’yan de temam kir lê nehat berdan. Înfaza Taş di roja 31’ê cotmehê de ku dê wê rojê bihata tehliyekirin hate şewitandin û 6 mehan hate taloqkirin. 
 
*Girtiya bi navê Songul Bagatir ku li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Kandirayê tê ragirtin, cezayê xwe yê 30 salan di 27’ê kanûna 2022’yan de înfaz kir lê nayê berdan. Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê înfaza Bagatir şewitand û 6 mehan taloq kir. Lijneyê bi hinceta ku Bagatir ‘poşmantî’ qebûl nekiriye ev biryara derhiqûqî da. 
 
*Girtiyê bi navê Selîm Ertene ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 salan di 28’ê tîrmeha 2022’yan de temam kir, bi îdiaya ‘di sala 2012’an de zirar daye kamerayên girtîgehê’ ya Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê nehat berdan. Di vê çarçoveyê de înfaza wî hat şewitandin û berdana wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin. 
 
*Girtiyê bi navê Îzettîn Sevîlgen ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tê ragirtin, cezayê xwe yê 30 salan di 15’ê hezîrana 2022’yan de temam kir lê nehat berdan. Lijneya Çavdêriyê ya Rêvebeberiya Girtîgehê bi hinceta ku ‘rewşa wî baş nîne’ înfaza wî şewitand û pêşî li ber berdana wî girt.”
 
‘SEDEMA ŞEWITANDINA ÎNFAZAN ÇI YE?’ 
 
Coşkun xwest Bozdag van pirsên wê bibersivîne; 
 
“* Li gel ku cezayên xwe înfaz kirine jî bi kîjan sedemê hikûmxwarên ku cezayê xwe yê 30 salan temam kirine nayên berdan û hejmara van kesan çend e? 
 
*Gelo bi sedemên derhiqûqî şewitandina cezayê girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de mayîn ma ne binpêkirina mafê hêviyê ye? 
 
*Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, dê sepan û mewzûateke ku li gorî biryarên DMME û PMME’yê ‘mafê hêviyê’ diparêze bikeve meriyetê yan na? 
 
*Heta niha çend hikûmxwaran bi sedema şewitandina înfaza wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane? 
 
*Heta niha çend kesan bi sedema binpêkirina ‘mafê hêviyê’ serî li DMME’yê dane? Dosyaya çend kesan biencam bûne û ji ber çend kesan Tirkiye mehkûmî dayîna tazmînatê hatiye kirin? 
 
*Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan hatiye înfazkirin gelo xebateke wezareta we heye yan na? Ji bo ku ev kes tavilê werin berdan gelo dê xebatên pêwîst kengî werin destpêkirin?”