AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê

img
ENQERE - AKP’ê di sala 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. 
 
Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi mebesta bersivdayîna Seroka Meclisê, gelek pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kirin. Lê gelemperiya pêşnûmepirsên sala 2022’yan nehatin bersivandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Pekoz pirsa aqûbeta pêşnûmepirsan ji Serokatiya Meclisê kir. Serokatiya Meclisê jî pirsa Pekoz bersivand û got ku di sala 2022’yan de 20 hezar û 502 pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê hatine kirin û ji van 8 hezarî 423 jê nehatine bersivandin. Di heman demê de 7 hezar û 192 pêşnûmepirs jî piştî dema wan derbas bûyî hatine bersivandin. Ji pêşnûmepirsan 262 jê li xwediyên wan hatin vegerandin û 204 ne jî hatin redkirin. 
 
 
AKP Û MHP
 
Parlamenterên AKP’ê di tevahiya sala 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek dan Serokatiya Meclisê. Pêşnûmepirsa behsa xeberê jî piştî dema wê derbas bûyî hate bersivandin. Şirîkê AKP’ê, MHP’ê jî tenê 249 pêşnûmepirs dan Serokatiya Meclisê. Ji van pêşnûmepirsan 84 jê nehatin bersivandin û 139 jî piştî dema wan derbas bûyî hatin bersivandin. 
 
HERÎ ZÊDE CHP’Ê PÊŞNÛME DAN MECLISÊ 
 
Partiya Gel a Komarê (CHP) di sala 2022’yan de 9 hezar û 171 pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir. Ji van pêşnûmeyan 3 hezar û 225 jê nehatin bersivandin û 3 hezar û 945 jî piştî dema wan derbas bûyî hatin bersivandin. 98 pêşnûmepirsên CHP’ê nehatin qebûlkirin û 42 jî lê hatin vegerandin.  
 
PÊŞNÛMEYÊN HDP’Ê NEHATIN BERSIVANDIN 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di sala 2022’yan de 6 hezar û 238 pêşnûmepirs dan Meclisê. Ji van 3 hezar û 618 jê nehatin bersivandin. Her wiha 210 pêşnûmepirs li HDP’ê hatin vegerandin û 105 jî hatin redkirin. Ji pêşnûmepirsên HDP’ê tenê 840 di dema pêvajoya qanûnî de hatin bersivandin. Hezar û 113 pêşnûmepirs jî piştî dema wan ser re derbas bûyî hatin bersivandin. 
 
Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) jî 302 pêşnûmepirs dan Meclisê û ji van 116 jê nehatin bersivandin.