Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin

  • rojane
  • 15:21 22 Cotmeh 2025
  • |

AMED - Îkram Guner ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dihat ragirtin û piştî 31 salan hate berdan, li warê xwe Farqînê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. 

 
Îkram Guren ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dihat ragirtin û piştî 31 salan hate berdan, hat bajarê xwe Amedê. Guren, li Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) hat pêşwazîkirin. Piştre jî Guner çû mala malbata xwe ya li navçey Farqînê. Guner, li vir ji hêla endamên malbatê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de girseyê li ber zirneyê govend gerand. 
 
DER HEQÊ ÎKRAM GUNER DE  
 
Îkram Guner, di Cotmeha sala 1994’an de hate biçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Enqereyê cezayê muebbedê lê birî. Guner, di nava 31 salan de li girtîgehên Kayserî, Yozgat, Mêrdîn, Bayburt, Ordu û Bafrayê ma. Guner, diviyabû di 11’ê Cotmeha 2024’an de bihata berdan lêbelê tehliyeya wî 2 caran ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Herî dawî jî tehliyeya wî ji bo 6 mehan hate taloqkirin lê piştî îtîraza parêzeran duh hate berdan.