'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'

  • rojane
  • 10:03 22 Cotmeh 2025
  • |
img

WAN - Civaknas Osman Turgut diyar kir ku hebûna AMATEM'ê li Wanê ku ji bo kesên tiryakê bi kar tînin di warê xwegihandina dermankirinê de zehmetiyan dide der û got ku divê li bajêr demildest navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin.

 
Li Wanê di demên dawî de tiryak pir berbelav bûye. Lê ji ber ku li bajêr tenê Navenda Dermankirina Alkol û Tiryakê (AMATEM) û Navenda Dermankirinê ya Tiryakê ya Zarokan (ÇEMATEM) hene, xwegihandina dermankirinê zehmet e. Li gor daneyên Mdiûriyeta Polîsan a Bajêr, li bajêr herî kêm 15 hezar tiryakkêş hene. Ligel vê hebûna AMATEM'ekê tenê nîşan dide ku xizmeta di vî warî de qels e. Pîspor dîbêjîn ku li bajarê ku nifûsa wê milyonek derbas kiriye divê navendên nû bên vekirin. Welatiyên di girtina randevûyê de zehmetiyan dikişînin, tirsa windakirina zarokên xwe dijîn. Nvaend, 13 km'an dûrî navendê ye û ji bajarên Colemêrg, Bedlîs, Agirî û hwd. jî di nav de salane dora 7 hezar kes serî lê didin. AMATEM, hem pêdiviya herêmê cîbicî nake hem jî xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet dike. 
 
BAJAR RÊYA DERBASBÛNÊ YE  
 
Serokê Komeleya Bila Rengên Jiyanê Neçilmisin û Civaknas Osman Tûrgût, bal kişand ser zêdebûna tiryakê û got ku sedema zêdebûna tiryakê ew e ku bajêr li herêmeke sînor e. Tûrgût bilêv kir ku bajêr li cihekî wisa ye ku nêzî Îran û Efxanistanê ye û çûnhatina tiryakê ya van welatan bûye sedem ku li bajêr tiryak berbelav bibe. Tûrgût destnîşan kir ku bajar xwedî nifûseke ciwan e û got ku sedemeke din a zêdebûna tiryakê jî pirsgirêkên vê nifûsa ciwan in. Turgut, got: "Rêjeya nifûsa ciwan zêde ye û kar peyda nakin. Ev jî dike ku perwerdeya xwe nîvco bihêlin û malbat baş wextê bi zarokên xwe re derbas nekin. Ciwanên ku nizanin bibêjin 'na', mixabin rê li ber encamekî wiha vedike. Divê em seferber bibin. Di vê mijarê de kêmasiyên me pir zêde ne."
 
'DIVÊ TAVILÊ NAVENDÊN REHABÎLÎTEYÊ BÊN VEKIRIN'
 
Tûrgût bilvê kir ku li gor xebatên wan ên qadê tiryak heya temenê balixbûnê jî daketiye û got: "Têkildarî mijarê di destê me de AMATEM û ÇAMATEM hene ku zarokên temenê wan di navbera 16-18 salan de ji ber tiryakê dikarin serî lê bidin." Tûrgût destnîşan kir ku navendên heyî têra bajêr nakin û got ku demildest divê li bajêr navendên şêwirmendî û rehabîlîtasyonê bên kirin. Tûrgût got ku pêgirtîbûna tiryakê ne ew nexweşîn e ku di 20 rojan de çareser bibe. Turgut, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Têkoşîna li dijî bengîtiya tiryakê bi rêbaza derman a em jê re dibêjin detoks nabe. Ev têkoşîn ne karê tedawiya 20 roja ye. Divê tavilê navendên rehabîlîtekirinê bên vekirin." 
 
AMATEM 13 KM'AN DÛRÎ BAJAR E  
 
Tûrgût destnîşan kir ku AMATEM'a li bajêr pêdiviyan dabîn nake û got: "Pir dûrî bajêr e. Mixabin di warê xwegihandinê de li cihelî dûr e. Jixwe kes bi dilxwazî naçin dermankirinê. Di vî warî de karekî mezin dikeve ser milê şaredariyan. Bi taybetî jî Şaredariya Bajarê Mezin divê di warî gihaniyê de piştgiriyê bide. Divê cihekî ku xwarina nîvro lê bê dayîn hebe. Divê em van kesan motîve bikin. Divê li wan deran xebatên çand û hunerê bên kirin. Ew der ne girtîgeh e, navenda dermankirinê ye. Ew kes ji nava vê civakê derketine û divê em piştgiriyê bidin wan û bi tenê nehêlin. Bila malbat jî veneşêrin û serî li pisporan bidin."  
 
'DANE LI CIHEKÎ NAYÊN KOMKIRIN'  
 
Di berdewamê de Turgut anî ziman ku li bajar bikaranîna tiryakê zêde dibe û pêdivî bi xebateke kolektîf heye. Turgut, axaftina xwe wiha qedand: "Her hefteyê 2-3 telefon tên ji malbatan. Ji me piştgiriyê dixwazin. Divê em li dijî vê nexweşiyê têbikoşin. Ji ber ku tê veşartin lewma em reqemên baş nizanin. Emniyet li gorî xwe daneyan digire, midûriyeta tenduristiyê ya bajar li gorî xwe û em jî daneyên xwe kom dikin. Lê ev daneye di cihekî de nayên komkirin. Hewceye di vê mijarê de li bajarê me bi rêxistinên civaka sivîl re projeyên cidî bên kirin. Hewceye şaredarî di vê mijarê de bo me bibin alîkar. Ev pirsgirêkeke civakî ye ne ya şexsî ye. Ev, nexweşiyekî kronîk e û pirsgirêkeke tenduristiya gel e."  
 
MA / Zeynep Durgut