'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'

  • rojane
  • 09:16 22 Cotmeh 2025
  • |
img

AMED - Serokê berê yê Baroya Amed Mûstafa Ozer diyar kir ku divê dewlet di qanûnan de guhertinan bike û got: "Ger li Tirkiyeyê aştî tê xwestin, dikarin li ser efûyeke giştî bifikirin."

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, bi gavên ku PKK piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêt ve sînordar ma. Tevî ku salek derbas bûye jî, dewletê ji bilî avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li meclisê, tu gav neavêtiye. Heta niha, komîsyonê ji bilî guhdarîkirina aliyên têkildar, tiştekî din nekiriye.
 
Parêzer Mûstafa Ozer ku di navbera salên 1998 û 2002'yan de serokatiya Baroya Amedê kir, der barê pêvajoyê de nirxandin kir.
 
Ozer, diyar kir ku helwestên Bahçelî, desthilatê û DEM Partiyê yên ji Cotmeha 2024'n ve, ji hev cuda ne. Ozer got: "Destê ku ji hêla Bahçelî ve, û ji ber vê yekê ji hêla desthilatê ve hat dirêjkirin, bi tevahî bangek ji bo bêçekkirina hêzên çekdar bû. Bi raya min, ev bang bêencam ma. Çek dê radestî kê werin kirin û dê çi prosedurên qanûnî werin girtin? Niha, di bin avahiya dadweriyê ya heyî de - ew bi rastî ne girîng in - dê xala  69'an wekî faktoreke sivikkirinê ligel biryara dawîn were sepandin. Ev jî bêwate ye. Cezayek şeş sal bifikirin; yek ji şeşan dê were kêmkirin, dibe ku bibe pênc sal. Ev ne nêzîkatiyek e ku dê mirovên li çiyayan razî bike. Ger çareseriyek were pêşniyazkirin, wê hingê divê dewlet jî gav bavêje." 
 
Ozer, anî ziman ku divê dewlet qanûnan biguherîne û bersiva gavên di vî warî de hatine avêtin bide. Ozer, got: "Heta ku bersivek tune be, ez di navbera gotina yekalî ya 'Em çekên xwe datînin û vedigerin malê' û teslîmbûnê de tu ferqekê nabînim. Ger li Tirkiyeyê aştî tê xwestin, dikare efûyeke giştî were nirxandin. Divê dewlet karibe rêyekê bibîne ku vê yekê sivik bike. Divê astên îdarî û desthilat vê yekê bifikirin. Ev yek bi yekalî nayê kirin. Min çekên xwe danîne. Ez ê çekên xwe deynim ku? Piştî ku ez çekên xwe deynim dê çi bê serê min? Rewşa civakî-siyasî ya kesên ku çekên xwe deynin dê çi be? Divê ev were hesibandin."
 
Ozer, destnîşan kir ku divê di rewşa hatina komên PKK'ê ji bo Tirkiyeyê de polîtîkayeke aramkirinê were şopandin, lê li Tirkiyeyê aramiyeke wisa nehatiye dîtin. Ozer, got: "Ji ber vê sedemê, ez bawer dikim ku ji aramiya yekalî tu sûd nayê wergirtin."
 
Ozer bilêv kir ku ji bo pêvajo baş bi rê ve biçe divê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin. Ozer destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de helwesta dewletê girîng e û got ku ji lew re aliyê kurdan ji xwe têra xwe înîsyatîf girtiye û tevgeriyaye. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel