Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist

  • rojane
  • 14:39 15 Hezîran 2025
  • |
img
ENQERE - Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya ewil a Meclisa Partiyê li dar xist. 
 
Partiya Çep a Kesk (YSP), di 24-25’ê Gulanê de bi dirûşma “Ji bo aştî û civaka demokratîk têkoşîna hevpar” konferans li dar xistibû û endamên Meclisa Partiyê (PM) diyar kiribû. Civîna ewil a PM’a Partiya Çep a Kesk hat lidarxistin. Civîn, li Navenda Hunerên Performansê ya Karnaval a Enqereyê bi beşdariya Hevberdevkên Partiyê Ahmet Asena û Dîdem Goçer hat lidarxistin. 
 
Di civînê de endaman bal kişandin ser krîzên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê û girîngiya têkoşîna ekolojîk-polîtîk destnîşan kirin.