Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kanal 8’ê ragihand ku ew ji nûçegihanên xwe yên li çolterê Şamê pevçûn dişopandin nagirin. 

 
Kanal 8’ê (Channel 8) li ser malpera xwe têkildarî rewşa rojnamevan Ekrem Salih û rojnamevan Cûdî Hec Elî ku xebatkarên kanalê ne, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êvara roja çarşemê (30’ Nîsana 2025’an) hevkarên me Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî, rageşî û aloziyên li Şamê dişopandin. Hevkarên me heta saet 6’ê êvarê bi Navenda Nûçeyan a Kanal 8’ê re di nava têkiliyan de bûn, lê ji nişka ve têkilî bi wan re qut bû û ji wê demê ve tu agahî der barê wan de tune ne.” 
 
Bi domdarî wiha hate gotin: “Hevkarên me jî li Buroya Sûriyeyê, di nav 5 mehên derbasbûyî de bi awayekî pîşeyî karên xwe bi cih anîn û bûyerên wî welatî şopandin. Tevî hewldanên Kanal 8’ê bi tevahiya aliyên têkildar, sazî û rojnamevanên serbixwe re da ku çarenûsa hevkarên me aşkera bibe, lê heta niha tu agehî der barê wan nehatine bidestxistin.”