Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin HATE NÛKIRIN

img
WAN - Li Wanê 1’ê Gulanê bi beşdariya bi hezaran karker û kedkaran hate pîrozkirin. Abdullah Zeydan di mitîngê de got ku banga Abdullah Ocalan hêviyeke nû ava kiriye. Endama MYK’a KESK’ê Done Gevher Koyun jî got ku divê ji bo aştî û demokrasiyê qanûn bên derxistin û şer bê bidawîkirin. 
 
1’ê Gulanê li Wanê bi pêşengtiya KESK, DÎSK, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê û ÎJJ a TMMOB’ê ve hat pîrozkirin. Bi hezaran kedkar, di saetên serê sibehê de bi dirûşma “Em ê bi ser kevin” li pêşiya AVM’a Gunpaşê hatin gel hev. Kedkaran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Ked a me ye, gotin a me ye” û “KHK dê biçin em ê bimînin” berz kirin. Kedkaran, ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîng lê were lidarxistin, dest bi meşê kirin. 
 
Li pêşiya korteja sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin jî, endamên DFG û MKG’ê cih girtin. Rojnameger, bi pankarta “Çapemeniya Azad, Civaka Demokratîk” û bi dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Ji Nazim heta Cîhanê çapemeniya azad li vir e” meşiyan. Piştî bi hezaran kes gihiştin Parka Mûsa Anter, mitîng dest pê kir. 
 
Piştî rêzgirtinê, li ser navê Komîteya Amadekar Engîn Işik axivî. 
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE’ 
 
Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: “Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Birêz Ocalan ji bo welat hêviyeke nû derketiye holê. Hêviya aştiyê li welat mezin bûye. Ev pêvajo pêvajoyeke ku wê her kes bi ser bikeve ye. Hêvîdarim ku girtiyên nexweş bên berdan û kesên ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Divê dawî li pêkanînên qeyûm bê anîn, gelê Wanê di vê demê de dîrok nivîsand û bi destxistina her 14 şaredariyan bersiva pêwîst da hikûmetê.”
 
‘ÊDÎ DEMA ÇIRANDINA TARÎTIYÊ YE’
 
Endama Lijneya Rêveber a Meclisa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Kamûyê (KESK) Done Gevher Koyun axivî û ev tişt anî ziman: “Îro gel bi xizaniyê re têdikoşe. Mafên me yek bi yek tê desteserkirin. Rojhilata Navîn careke din vediguhere qada parvekirinê. Desteserkirina vîna gelê me berdewam dike. Êdî li hemû qadên cîhanê dibêjin ‘êdî bes e’. Divê ji bo aştî û demokrasiyê zagonên ked, demokrasî û aştiyê bên derxistin û dawî li vê pêvajoya şer bê anîn. Êdî dema çirandina tarîtiyê ye. Êdî dema wê ye ku ji bo aştî û demokrasiyê qanûn bên amadekirin û şer were bidawîkirin.”