Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî jî di nav de li Stenbolê herî kêm 200 kes hatin binçavkirin. 
 
Gelek sendîka û sazî li ser banga Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê xwestin têkevin Qada Taksîmê. Polîsên ku destûr nedan, êrişî girseyê kirin. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihand ku zêdetirî 200 kes hatine binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî, parêzer Rojhat Tunç, Saruhan Efe Kadaîfçî, Lutfî Sabrî Bati, ARkin Hurtaş û Yunus Emre Işik jî hene. 
 
Endamên Înşaat-Îş’ê ku ji bo bimeşin Taksîmê hatin Mecîdiyekoyê jî hatin binçavkirin. 
 
Ciwanên dixwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin jî bi dirûşma “Binçavkirin, girtin û zext nikarin me bêzar bikin” bertek nîşanî êrişa polîsan dan. Ciwanên ku dirûşma “Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye” berz kirin, destên wan ji pişt ve hati kelemçekirin û hatin binçavkirin. 
 
Ennbdamên ESP û SOLDEP’ê hatin Qada Şîşliyê û li wir hatin binçavkirin.