Rojnameger Ozdal hate definkirin

img

AMED - Rojnameger Umît Ozdal ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hate definkirin. 

Rojnameger Umît Ozdal (43) ku li Amedê rojnamegerî dikir, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Di 9’ê Adarê de xwîn çû ser mejiyê Ozdal û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl dihat tedawîkirin. Ozdal, duh jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Ozdal, li Taxa Çarikli ya navçeya Sûrê ya Amedê hate definkirin. Tevî xizmên Ozdal, gelek hempîşeyên wî jî tev li merasîma definkirina cenazeyê bûn.