Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da

img

AMED - Rojnameger Umît Ozdal ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. 

Rojnameger Umît Ozdal ku li Amedê pîşeya xwe dikir, di 9’ê Adarê de xwîn çû ser mejiyê wî. Ozdal ê tedawiya wî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê didomiya, di roja 52’yemîn de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozdal dê li taxa Çarikli yê navçeya Sûrê were definkirin. 
 
Ozdal, ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bû û 12 sal bûn rojnamegerî dikir. Ozdal, 12 sal bûn ji bo Reutersê dixebitî.