Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’

img
EDENE - Di daxuyaniyên li Edene û Mêrsînê hatine kirin de bangawaziya berdana binçavkiriyên 1’ê Gulanê hatin kirin. 
 
Platforma Şaxên Edeneyê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên li Stenbolê, li Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevberdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê ya Edeneyê û Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Cûdî Îmrek anî ziman ku dixwazin bi binçavkirinan çartirsandinê bikin û wiha axivî: “Wezîrê Karên Hundirîn piştî binçavkirinan peyama domandina serdagirtina malan da û piştrast kir ku desthilat xwe dispêre zext, qedexe, keyfiyetê û mêtingeriyê.” Îmrek di dawiya axaftina xwe de bangawaziya berdana binçavkiriyan kir.  
 
Ji Kaldiraçê Meryem Esmer jî wiha axivî: “Vîna ku xwe daye ber barîkatan dê bi binçavkirinan, bi zextan neyê çewisandin. Niha dema mezinkirina têkoşînê, rêxistinbûnê û berfirehkirna têkoşînê ye. Têkoşîna me heya wergirtina hemû hevalên me dê bidome.” 
 
MÊRSÎN 
 
Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê jî bi daxwaza berdana binçavkiriyan li avahiyê sendîkayê daxuyanî da. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul di daxayaniyê de ev tişt gotin: “Tu  rewabûna kirariyên di 1’ê Gulanê de hatine kirin nîn e.”