Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir

AMED - Amedspor a di koma xwe de yekemîn e dê li sehaya xwe bi Menemen Belediyesporê re bilîze. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê di maçê de tîma xwe bi tenê nehişt. 
 
Amedspor a bi 3 pûan ferq û 10 golan averajê di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê yekemîn e, di sehaya xwe de dê bi Menemen Belediyesporê re bilîze. Bi dehhezaran alîgirên Amedsporê tîma xwe ya gelekî nêzî şampiyontiyê ye bi tenê nehiştin. Ji navçe û bajêrên derdorê jî bi hezaran kesan ji bo maçê temaşe bikin herikin sehayê. Balkêş e ku ji gelek alîgir ji welatên wekî Almanya, Swêd û Holandayê jî hatine. Alîgirên ku rûyê xwe bi rengên kesk û sor boyaxkirin demekî dirêj li dora sehayê ligel dahol û zirneyê govend gerandin. Coşa alîgiran dîmenên rengîn derxistin holê. 
 
STADYÛM BI DEVÎ RE TEJÎ BÛ
 
Beriya çend saetan ku maç dest pê bike ketina stadê dest pê kir. Di demekî kurt de stadyum bi devî re tejî bû. Alîgiran bi strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” ji bo tîma xwe dirûşm berzkirin. Di stadê de gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. 
 
BAKIRHAN LI STADÊ YE
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan jî di nav kesên ji bo temaşekirina maçê hatine de cihê xwe girt. Dîsa gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo maçê temaşe bikin di sehayê de cihê xwe girtin. 
 
Ji bo kesên di stadê de cih nedîtin jî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Parkorman û Qada Kentê de ekranên mezin hatin danîn. Bi hezaran alîgir ji bo maçê temaşe bikin herikîne van qadan. 
 
Maç bi lêdana fîtika hakemî dest pê kir.