Li Cizîrê 3 kes hatin girtin

img
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ji 5 welatiyên ku hatibûn binçavkirin 3 hatin girtin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 30’ê nîsanê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Di serdegirtina malan de Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygûsûz, Hamît Ayan û Yûsûf Tatîk hatibûn binçavkirin. Her 5 kesên ku hatine binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Pişti wergirtina îfadeyan a li dozgeriyê Hamît Ayan û Yûsûf Tatîk hatin berdan. 
 
Ahmet Kaygûsûz, Mehmet Atabey û Metîn Mendez bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin girtin. Dadgehê jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” girtin.