ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin

img
RIHA - Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê ji bo Komkujiya Dêrsimê banga hevrûbûnê kir û xwestin aqûbeta zarokên keçik ên hatine windakirin bên aşkerekirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê ya di 4’ê Gulana 1937’an de hatiye destpêkirin daxuyaniyek da. Ji bilî rêveberên ÎHD’ê pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê ÎHD’ê Ahmet Ceylan diyar kir ku ya li Dêrsimê hatiye kirin qirkirin e û banga hevrûbûna bi komkujiyê re kir. 
 
Ceylan xwest ku aqûbeta zarokên keçik ên dema komkujiyê de hatine windakirin jî bê aşkerekirin û wiha got: “Em daxwaz dikin ku van zarokan bigihînin malbatên wan, dest ji polîtîkayên bêmirovhiştinê bên berdan, bendav û HES’ê çêkirina wan didome bê betalkirin, dawî li talankirina çandî û xwezayî bê kirin û navendên bawerî, çand û xwezayên yên li Dêrsimê bên parastin.”