Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Serdeştê kolberekî hêj zarok di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de bi giranî birîndar bû.  
 
Hate ragihand ku şeva borî hêzên rejîma Îranê li sînorê Serdeşt zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine. Li gorî nûçeya Kolber News’ê şeva borî hêzên rejîma Îranê li sînorê bajarê Serdeşt ê rojhilatê Kurdistanê, zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine. Her wiha hate diyarkirin ku zarok ji her du çavên xwe bi giranî birîndar bûye û îhtîmala ku zarok çavên xwe bi temamî winda bike heye.
 
Hêjayî gotinêye ku di nava 13 salên borî de, 2 hezar û 409 kolber li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Her wiha tenê di meha nîsanê ya îsal de, 6 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve û 2 kolber jî ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin.