Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe

STENBOL - Parêzerê Hatîce Yildiz a ji ber ji keça xwe û hevala wê ya qawişê re pere şandin hate girtin, Xebat Demîrcan diyar kir ku divê muwekîla wî demildest ji çavên xwe emeliyat bibe û got: “Divê biryara taloqkirina înfazê were dayîn.”

 
Derheqê Hatîce Yildiz a 75 salî ku li Esenyurt a Stenbolê dijiya, bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye bi îdiaya “rêxistin fînans kiriye” doz hate vekirin. Piştî darizandina 3 salan, bi heman îdiayê 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî ku cezayê Yildizê hate pejirandin di 23’yê adarê de hate girtin û ew şandin girtîgehê. Yildiz a nexweşiyên wê yên weke demans, tansiyona bilind, helîna hestiyan, fitika piştê xwarbûna pirûskê, mîde û çavan hene tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê jî li girtîgehê tê ragirtin. 
 
Parêzerê Yildizê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Xebat Demîrcan, hişyar kir ku heke girtina Yildizê bidome dê encamên ku telafiya wê zehmet bin derkevin holê. 
 
Xebat Demîrcan
 
‘SERLÊDANÊN ME YÊN JI BO TALOQKIRINA ÎNFAZÊ HATIN REDKIRIN’ 
 
Demîrcan, bi bîr xist ku tevî nexweşiyên wî yên giran hene jî muwekîla wê 40 roj in di girtîgehê de ye û bi lêv kir ku têkildarî girtina Yildizê 3 caran serlêdana îtîrazê kirine. Demîrcan axaftina xwe wiha domand: “Ji bo taloqkirina înfazê û ji berdana bi şertê kontrola edlî sûdê bigire me serlêdan kiribû. Di hevdîtina me ya di 29’ê nîsanê de bi rêveberiya girtîgehê re kir de em hîn bûn ku serlêdana ya berdana bi şertê kontrola edlî nehatiye qebûlkirin. Ev biryara teblîxî me jî nehate kirin. Hate diyarkirin ku dê biryar teblîxî Yildizê bê kirin. Têkildarî taloqkirina înfazê jî ji me re gotin ku têkildarî randevûyên nexweşxaneyê tenê yek maye, piştî ew jî hate kirin dê muwekîlê min sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) were kirin. Em difikirin ku ev pêvajoya hiqûqê ya giran dimeşe xelet e. Divê ji çavên xwe demildest emeliyat be, em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo bileztir bimeşe. Ji ber ku dê encamên ku telafiya wan nepêkan be derkevin holê. Her wiha têkildarî esasa dosyaya muwekîla xwe jî me bi kesayetî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Têkildarî vê jî ji me re hêj bersivek nehatiye dayîn.” 
 
‘DI RAPORÊN ATK’Ê DE ARMANCEKE SIYASÎ HEYE’ 
 
Demîrcan, bi bîr xist ku di hevdîtinên ku girtiya nexweşa giran Hatîce Yildiz bi malbata xwe re kiriye de aciz bûye û bi lêv kir ku Yildiz bi awayê fiziksel û psîkolojîk ne di rewşeke ku di girtîgehê de bimîne ye. Demîrcan, bal kişand ku heke ev pêkanîn berdewam bike dê encamên telafiya wan ne pêkan be derkevin holê û wiha lê zêde kir: “Di raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ armanceke siyasî heye. Li gorî tîpên sûcdariyê dibînin ku di serlêdanên taloqkirina înfazê de guhertin çêdibin. Mînak dayika Makbûle 83 salî ye. Dîsa hin girtiyên din jî yên nexweş hene. Heta asta dawî di girtîgehê de radigirin û rapora dikare di girtîgehê de bimîne didin. Girtiyên ku rewşa wan gelek giran dibe beriya 15 rojan an mehekê bi awayekî nimûne berdidin û bi gotina ‘bila ji bin berpirsyartiya me derkeve’ , ‘bila li vir nemire’ dixwazin berpirsyartiyê ji ser xwe biavêjin. Hem tiba edlî hem jî rêveberiya girtîgehê rêyeke ku ji vê pêvajoyê xelas bibin dişopînin.”
 
‘MUWEKÎLA MIN BERDIN’ 
 
Demîrcan, îşaret bi taloqkirina înfaza bersûcên Komkujiya Sêwazê û Ergenekonê kir û diyar kir ku “rêgeza wekheviyê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye binpêkirin. Demîrcan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dikarin li vir behsa cotstandartiyekê bikin. Dema tîpên sûcekî cuda dibe, dema nêrîneke polîtîk a cuda dibe ATK, rêveberiya girtîgehê, dadgehên înfazê û dozgerên înfazê helwestên cuda nîşan didin. Divê ev sazî demildest dest ji vê helwestê bigirin û girêdayî rêgeza wekheviyê derbarê muwekîla min de biryara taloqkirina înfazê bidin. Jineke 75 salî ji bo ku pere ji girtiyan re şandiye girtî ye. Di vir de em behsa xaleke ku ji hêla hiqûqî, wijdanî û exlaqî ve nayê vegotin dikin. Banga me li Dadgeha Destûra Bingehîn, rêveberiya girtîgehê, dadgeha înfazê û ATK’ê ye; Divê muwekîla min Hatîce Yildiz demildest were berdan.”