Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir

img

WAN - Baroya Wanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzerên nû dest bi pîşeya xwe kirin, Buroya Ofîsê ya Ciwan ava kir. 

 
Baroya Wanê û Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Wanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzerên nû dest bi pîşeya xwe kirin, Buroya Ofîsê ya ciwan a Baroya Wanê ava kir. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, Seroka Meclisa Parêzerên Ciwan Seda Sezgîn û gelek parêzer tev li vekirina buroyê bûn. Ozaras beriya vekirina buroyê axivî û wiha got: “Em serfirazin ku projeya Baroya Wanê ya bi salan berê îro hate bicihanîn. Weke Baroya Wanê me xwest ji parêzerên nû re bibin alîkar, pîşeya parêzertiyê li ser pêyan bigirin û şert û mercên baş ji bo parêzerên nû ava bikin.”
 
Seda Sezgîn jî got ku ew keyfxweş in ku projeya di demên berê de hatibû plankirin îro ketiye meriyetê. 
 
Piştî axaftinan jî ofîs hate vekirin.