Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê bi daxwaza ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’ li gelek bajaran Nobeta Aştiyê girt. 

Nobeta Aştiyê ya ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya ewil a her mehê de digire, didome. Vê hefteyê jî li gelek bajaran bi daxwaza ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’ Nobeta Aştiyê hate girtin. 
 
MÊRSÎN 
 
ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li avahiya komeleyê Nobeta Aştiyê girt. Gelek parazvanên mafên mirovan tev li nobetê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî, îşaret kir ku çalakiya wan 20 meh in didome û wiha got: “Pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê çareseriyên lezgîn dixwazin, rewşa giran a li herêma me di warê demokrasî û mafên mirovan de radixe pêş çavan ku barê parêzvanên maf û aştiyê girantir dibe. Di serî de meseleya kurd hemû meseleyên li Tirkiyeyê nayên çareserkirin, ji ber bêmûhatabiyê dibin sedemê ku mesele kûrtir bibin.”
 
WAN
 
Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Metnê çapemeniyê ji aliyê yek ji rêvebera Şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiranê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafan a ji ber pêvajoya pevçûnê ya li Tirkiyeyê.
 
Kiran, diyar kir ku sed salan e binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê berdewam dikin û wiha got: “Pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê çareseriyên lezgîn dixwazin, rewşa giran a li herêma me di warê demokrasî û mafên mirovan de radixe pêş çavan ku barê parêzvanên maf û aştiyê girantir dibe. Pirsgirêkên ku Komara beriya sed salan hate avakirin derxistine holê, bêçare hiştine û kûrkirine, dibe sedem ku civaka wê bikeve nava rewşeke reşbîn û soz dide welatiyan da ku pêşerojeke tejî bêhêvî ava bike.”
 
SÊRT 
 
Şaxa ÎHD’a Sêrtê jî nobeta xwe li avahiya şaxa xwe domand. DEM Partiyê û DBP’ê piştgirî dan nobetê. Piştî ku metnê hevpar hate xwendin. Hevserokê ÎHD’a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî têkildarî bêhiqûqiya li girtîgehan axivî. Ekîncî, da zanîn ku bi serlêdanên li wan hatin kirin û analîzan bêhiqûqiyên mezin derketin holê. Ekîncî, diyar kir ku li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan gelek caran serî li Wezareta Dadê dane lê bersiveke neyînî wergirtine. Ekîncî bal kişand ser ferzkirina poşmantiyê ya li girtiyan. Ekîncî, bertek nîşanî biryarên taloqkirina berdanê û şewitandina înfazê ya Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî da û xwest ku ev bên bidawîkirin. 
 
AMED 
 
Çalakiya Nobeda Aştiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku her îna ewil ya serê mehê li dar dixin, li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya ÎHD’a Amedê hate girtin. Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê, Sendîkaya Meclisa Teqawîdan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) û gelek saziyên sivîl beşdarî nobedê bûn.
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku tekane rêya Tirkiyeyê ya ku ji ber rêveberiyên awarte û şerên çekdarî bi hezaran mirov winda kirine, civaka wê li hev bike û baş bibe hevrûbûna bi paşerojê re ye. Yilmaz, diyar kir ku ne pêkan e ku dewlet û civakek demokratîk bi jibîrkirina bîra civakî, kiryarên neqanûnî yên ku dewletê di dema borî de kirine, bê avakirin û wiha got: “Demokrasiyeke rasteqîn û îradeyeke xurt a aştiya civakî tenê bi rûbirûbûna paşerojê û pêkanîna mekanîzmayên dadweriya vegerandinê pêkan e. Ji ber vê yekê em bang li hêzên siyasî dikin ku ji bo aştiya civakî bi paşerojê re hevrû bin.”
 
Piştî daxuyaniyê Hevserokê OHD'ê Riza Polat û Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlen diyar kirin ku ji bo aştiyeke bi rûmet divê gavên xurt bên avêtin.
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê jî çalakiya xwe ya “Nobeta Aştiyê” li avahiya xwe pêk anî. Saziyên sivîl ên civakî, ku girêdayî Platfroma Ked û Demokrasiyê ne OHD û Baroya Êlihê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Aştî mafê mirovan e, aştî teminata mirovahiyê ye, bijî aştî” hate vekirin de metnê daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ahmet Şiray xwend. 
 
Şiray, diyar kir ku ji bo afirandina civakeke demokratîk an jî axaftina li ser welatekî demokratîk, divê bi komkujî û qirkirinên di dîroka komarê de hatine kirin hevrû bin.
 
DÎLOK
 
Şaxa ÎHD’a Dîlokê jî li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Hewldana 78’an a Dîlokê, Rexistinên DEM Partî û DBP’ê yên Dîlokî tev li bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Bahrî Ogûz, anî ziman ku komeleya wan ji roja hatiye avakirin ve di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de têdikoşe. Ogûz pişt re metnê çapemeniyê yê hevpar xwend. 
 
COLEMÊRG 
 
Endamên Şaxa ÎHD’a Colemêrgê, li avahiya nûnertiyê ya li navçeyê hatin bahev. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku zexta li ser siyasetmedar û rewşenbîrên ji bo azadî û mafên bingehîn têdikoşin her tim zêde dibe û got: “Cînayetên kiryarên nediyar, windakirinên di bin çavan de, girtîgeh û sirgûn bûne gefên herî dijwar ên li dijî siyasetmedar, rewşenbîr û aktîvîstan.”