Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê

img
MÊRSÎN - Rojnamevanên li Mêrsînê têkildarî 3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad daxuyanî dan wiha gotin: “Em xwedî li mafê wergirtina agahiyan a gel derdikevin.”
 
Nûnertiya Sendîkaya Xebatkarên Çapxane Weşan û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basin-Îş) ya Mêrsînê têkildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî da. Ji bilî rojnamevanên li bajêr gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘ZIRARÊ DIDIN AZADIYA AGAHÎGIRTINÊ’ 
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ergîn Çaglar ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em xwedî li mafê agahî wergirtinê ya gel û rojnamevantiyê derdikevin.” Çaglar, destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê ji bo civakeke demokratîk xwediyê girîngiyeke jiyanî ye û bal kişand ku Tirkiye di cîhanê de di nava welatên ku herî zêde rojnamevan girtine de di rêza 10’emîn de ye.
 
Çaglar, îşaret li êrişên li ser rojnamevanan kir û ev tişt gotin: “Endamên me jî di nava wan de 28 hevalên me hêj girtî ne. Hefteya borî hempîşeyên me Mehmet Aslan, Erdogan Alayûmat û Esra Solîn Dal hatin girtin. Esra di ketina girtîgehê de bi lêgerîna tazî re rû bi rû ma. Di meha sibatê de endamê me nûçegihanê PÎRHA’yê Dîren Keser ji ber nûçeyên çêkirin û parvekirinên medyaya dîjîtal doz lê hate vekirin û hate darizandin. Ji ber cezayê di vê dozê de lê hatibû birîn hate pejirandin hate girtin. Rastiya ku pîşeya rojnamevaniyê bi van zehmetiyan re rû bi rû ye, zerarê dide azadiya agahî wergirtinê ya civakê. Girtina rojnamevanan bi armanca sînordarkirina azadiya ramanê û tirsandina medyayê ye.”