Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev

img
WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi rojnamegeran re hatin gel hev. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li kafeyeke bajar bi rojnamegeran re hatin gel hev. Şedal, da zanîn ku ji roja 3’yê Gulanê hatiye ragihandin heta niha binpêkirinên li dijî rojnamegeran didomin. Şedal, wiha domand: “Bi sedan kedkarên Çapemeniya Azad bi awayekî kiryarnediyar hatin qetilkirin. Lewma em ê kedkarên Çapemeniya Azad ji bîr nekin. Têkoşîna heqîqetê ya Çapemeniya Azad didome.” 
 
Hevşaredar Zeydan jî wiha got: “Çapemenî deng û guhê civakê ye. Azadiya welatekî girêdayî azadiya çapemeniyê ye. Mixabin dema rojnameger li Tirkiyeyê peywira xwe dikin rastî gelek zehmetiyan tên. Hêj çendek roj berê 3 hevalên me yên kedkarên çapemeniyê hatin girtin. Ji bo me tiştekî gelek biqîmete ku çapemenî xebatên me kontrol bike û bişopîne.” 
 
Piştre jî rojnameger axivîn û pirsgirêkên dijîn vegotin.