Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Zilamê bi navê S.K. li Sîncanê jinek qetil kir û jina dixwest pêşî li êrişê bigire jî birîndar kir. Li Kepezê jî jina bi navê Ashfaq Ahmad Qureshî li mala lê dijiya mirî hate dîtin. 
 
Kesê bi navê S.K. li navçeya Sîncan a Enqereyê jina bi navê Edanûr K. (28) ku li kolanê bi nîqaş çûn qetil kir. Jina bi navê Nûr G. a dixwest pêşî li êrişê bigire jî birîndar kir. Di saetên şevê de S.K. bi kêran êrişî Edanûr K. kir. Piştre jî jina bi navê Nûr G. ku dixwest bikeve navberê birîndar kir û reviya. 
 
Li ser îxbara welatiyên li derdorê, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Li cihê bûyerê mudaxileya ewil li Edanûr K. û Nûr G. hate kirin û piştre rakirin nexweşxaneyê. Edanûr K. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û tedawiya Nûr G. jî didome. 
 
Êrişkar S.K. ku ji cihê bûyerê reviya, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. 
 
ANTALYA 
 
Li navçeya Kepezê ya Antalyayê jî şevê din saet derdora 23.00’an di apartmaneke 4 qat de jina pakistanî ya bi navê Ashfaq Ahmad Qureshî (59) ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hate qetilkirin. Li ser îxbarê, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê diyar kirin ku Qureshî jiyana xwe ji dest daye.
 
KURÊ WÊ HAT BINÇAVKIRIN
 
Komên girêdayî Amirtiya Buroya Cînayetê têkildarî bûyerê lêkolîneke berfireh dan destpêkirin. Îfadeya devkî ya kurê Qureshî yê bi navê A.A.Q. hate girtin û piştre hate binçavkirin. Cenazeyê jina hatiye qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê. Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.