Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

img
STENBOL - Polîsan di danê sibehê de li Stenbolê bi ser mala gelek kesên dixwestin di 1’ê Gulanê de ji Saraçhaneyê ber bi Taksîmê ve bimeşin de girtin. ÇHD’ê da zanîn ku 47 kes hatine binçavkirin. 
 
Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku kesên bi ser malên wan de hatiye girtin, ew kes in ên di 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de dixwestin ji Saraçhaneyê bimeşin Taksîmê. Di nava kesên hatine binçavkirin de endamên Halkevlerî, Tevgera Şoreşger, Komeleya Ciwanên Şoreşger û Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst jî hene. 
 
47 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Bi hinceta ku di 1’ê Gulanê de li dijî qedexeya derhiqûqî ya Taksîmê li ber xwe dan, bi ser malên 47 kesan de hate girtin. Ji bo şopandina rewşa binçavkiriyan em ê derbsî Emniyeta Vatanê bibin.”