'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'

AMED - Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş ku çalakiya girtiyan ya li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxand, diyar kir ku tecrîd pêkanîneke îşkenceyê ya sîstematîk e û wiha got: “Divê çavkaniya vê bêhiqûqiyê ji holê bê rakirin.”
 
Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo “azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk” ku di 27’ê mijdara 2023’an de dabûn destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di 4’ê nîsanê de gihişt merxeleyeke din û girtiyan dan zanîn ku ew dê dadgehan boykot bikin û hevdîtina bi rêya telefon û bi malbatan re qebûl nekin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş, çalakiya girtiyan nirxand.
 
‘BINPÊKIRINA MAFAN E’
 
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev çalakî li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Girava Îmraliyê de dimînin, bertekeke. Demîrtaş destnîşan kir ku ev daxwaz û çalakî bi xwe encama binpêkirina mafan hatiye destpêkirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev çalakî nîşaneya bêhiqûqiyê ye. Girtî, bi vê çalakiya nû dadgehan boykot dikin û dernakevin hevdîtina bi malbatan re. Ev bi xwe binpêkirina mafan derdixîne holê.” 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN DIKEVIN ÇALAKIYÊ DI BIN XETEREYÊ DE NE
 
Demîrtaş bi domdarî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên tev li vê çalakiyê dibin û destnîşan kir ku agahî negirtina ji rewşa tendûristiya wan binpêkirineke mafan e. Demîrtaş diyar kir ku li gorî daneyên ÎHD’ê yên 2023’an di girtîgehan de nêzî hezar û 500 girtiyên nexweş hene û ji van nexweşan jî rewşa 651 girtiyan giran e. Demîrtaş, da zanîn ku tedawiya girtiyan bi rêk û pêk nayê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî ji mafên xwe yên tedawiyê siûd negirin û sewqa wan a nexweşxaneyan gelek tê gîrokirin. Bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku tekane saziya biryargirtinê ye (belirleyici merci), tehliyeyên wan astengkirin. Bi vî awayî mafên girtiyan ên weke tendûristî û jiyanî tê binpêkirin.”
 
‘DIVÊ TECRÎDA ÎMRALIYÊ BÊ BIDAWÎKIRIN’ 
 
Demîrtaş bal kişand ser rewşa Veysî Aktaş ku tevî Abdullah Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê de dimîne û înfaza wî hat şewitandin. Demîrtaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev rewş nîşan dide ku naxwazin ji Girava Îmraliyê agahiyek derbikeve. Ji ber ku dema Veysî Aktaş serbest hat berdan dê der barê tiştên ku qewimîne û di çi şert û mercan de bûn de hin agahî bihata girtin, lewma înfaza wî şewitadin. Li gel vê rewşê jî ez dikarim bibêjim ku tecrîd pergala îşkenceyê ye û ev pêkanîn ne tenê ji bo girtiyên li cem Abdullah Ocalan li hemû girtîgehên li Tirkiyeyê weke rêbazeke îşkenceyê ya sîstematîk tê meşandin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê çavkaniya vê bêhiqûqiyê ji holê bê rakirin ankû divê tecrîda li Girava Îmraliyê bê bidawîkirin. "
 
MA / Bazîd Evren