ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN

img

 
 * Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş ku çalakiya girtiyan ya li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxand, diyar kir ku tecrîd pêkanîneke îşkenceyê ya sîstematîk e û wiha got: “Divê çavkaniya vê bêhiqûqiyê ji holê bê rakirin.”
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê dê kesên di Komkujiya 4’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr bîne. (09.00-17.00)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin. (12.00)
 
* ÎHD dê bi daxwaza “Ji bo aştiya civakî bi rabûrdiya xwe re hevrû bibin” li gelek bajaran Nobeta Aştiyê li dar bixe. (12.00-17.00)
 
* TGS û MLSA dê di çarçoveya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bi sernavê “Di rojên propagandayê de heqîqet” panelê li dar bixe. DîSK Basin-Îş jî dê li Şaxa ÎHD’a Mêrsînê daxuyaniyê bide. (12.00-17.00)
 
* Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Wanê dê li navendeke kargehan a li bajar “Ofîsa Ciwan” veke. (14.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.00)
 
* DFG, MKG û DÎSK Basin-Îş dê bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li Amed, Wan û Stenbolê daxuyaniyê bide. (17.30-19.00)