Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Celal Başlangiç ku li nexweşxaneyeke Kolnê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Gerînendeyê weşanê yê avaker ê Arti TV û Arti Gerçekê rojnameger Celal Başlangiç ev demek bû li bajarê Kolnê yê Almanyayê tedawiya penceşêrê didît û jiyana xwe ji dest da. 
 
TÊKILDARÎ BAŞLANGIÇ
 
Başlangiç, di sala 1956’an de li Stenbolê ji dayik bû. Di sala 1978’an de ji Dibistana Bilind a Rojnamegerî Têkiliyên Gel a Zanîngeha Egeyê mezûn bû. Di sala 1975’an de li rojnameya Ege Ekspresê dest bi rojnamegeriyê kir. Piştre jî li gorî rêzê di rojnameyên Demokrat Îzmîr (1977) û Polîtîkayê de (1979) xebitî. Di navbera salên 1981 - 1984’an de Nûnertiya Herêma Edeneyê, Şeftiya Servîsa Polîtîkaya Hundir û Midûriyeta Karên Nivîsan a rojnameya Cumhuriyetê kir.  Bû midûrê weşanê yê giştî yê damezirîner ê rojnameya Evrenselê. Yek ji damezirînerên rojnameya Radîkalê bû. Başlangiç, di T24, Gazete Duvar, bianet, Haberdar û hwd. nivîsand.
 
Gelek xelatên rojnamegeriyê wergirt û pirtûkên wî yên Kanli Bîlmece, Hayatin Rengî Gokkuşagi, Hayata Soylenmîş Şarkilar, Korku Tapinagi, Trilye’den Yusufelî’ne Adatepe’den Derîk’e Hayat Agaciyla Yaşayanlar hene. Başlangiç, bi rojnameger Ayşe Yildirim re zewicî ye. 
 
Başlangiç, di salên 1990'î de gelek nûçeyên têkildarî binpêkirinên li Kurdistanê dihatin kirin de çêkir. Bi nûçeyên dosyayan û hevpeyvînên xwe di dîroka çapemeniyê ya Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e. 
 
Başlangiç, di dema qedexeyên derketina kolanan ên di navbera salên 2016-5-2016’an de ji bo piştevaniya bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hate Amedê û nûçe şopand.