Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin

img
ENQERE- Emîne Şenyaşar ku bi rojan e li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe pêk tîne, runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê lê hat qedexekirin. Şenyaşarê got: “Edeleta we ya rezîl têk biçe.”
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 91'î de dewam kir.
 
Li Şenyaşarê runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê jî hat qedexekirin. Polîsan mudaxaleyê Emîneyê kirin û dovîza hatibû daliqandin rakirin û Şenyaşarê ji ser kursiya bi çerxe rakirin. Emîneyê çalakiya xwe ya li ber wezaretê bir kolanê.
 
Şenyaşarê wiha got: “We xwe rezîl kir. Edeleta we rezîle. Edeleta we ya rezîl têk biçe.”