Bertek nîşanî mufredata nû dan

img
AMED – Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Sen a Amedê Farûk Ercan ku di daxuyaniya ji bo mufredata nû de axivî, diyar kir ku di mufredata perwerdeyê de senteza Tirk-Îslamê li ser şopa darbeya 12'ê Îlonê hatiye qebûlkirin û wiha got: “Di mufredatê de nêzîkatiya 'yek ol, yek mezheb' zêdetir hatiye eşkerekirin.”
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Amedê têkildarî mufredata nû ya ji hêla Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) hatiye amadekirin, li ber deriyê Şaxa Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em mufredatek demokratîk, laîk, zanistî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî esas digire dixwazin” hat vekirin. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Sen’a Amedê Farûk Ercan û rêveberên sendikayê û gelek mamoste tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘MUFREDATA NÛ XWEDAN WESFEKE SIYASÎ YE’
 
Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Sen’a Amedê Farûk Ercan, metna daxuyaniyê xwend û da zanî ku wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) pêşnûmeya nû ya guherandina mufredata perwerdeyê ya ku bera niha di sala 2006 û 2017’an da du caran hatibû guherandin, roja înê eşkere kir. Ercan, anî ziman ku kêmasiyek girîng e ku aliyên siyasî û îdeolojîk ên guhertinên mufredatê bê paşgûhkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di warê sîstema perwerdeyê de, proseya diyarkirin û bijartina zanyariyên ku ji xwendekaran re bên dayîn û bi rêya mufredat û pirtûkên dersê ji xwendekaran re bê şandin, ji serî heta dawiyê xwedan wesfeke siyasî ye. Ji ber vê yekê, ne mimkûn e ku guhertinên îro di perwerdeyê de bên kirin û pirtûkên dersê yên ku naveroka wan ji armancên siyasî-îdeolojîk ên hikûmetê cuda an jî serbixwe têne nîqaş kirin, binirxînin.”
 
‘MUFREDATA YEK OL Û YEK MEZHEB’
 
Ercan, da zanîn ku armanca sereke ya Wezareta Perwerdeyê ew e ku bi rêya mufredat û pirtûkên dersê, îdeolojiya siyasî ya hikûmetê bi eşkere û bi nepenî ji xwendekaran re ragihîne. Ercan, destnîşan kir ku rastiya sernavê pêşnûmeya mufredatê ku weke "Modela Perwerdehiya Sedsalê ya Tirkiyeyê" hat ragihandin, biryara wan piştrast dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo zarokên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye, di mufredatê de ti rêzikname tune ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di mufredata perwerdeyê de senteza Tirk-Îslamê li ser şopa darbeya 12'ê Îlonê hatiye qebûlkirin û nêzîkatiya 'yek ol, yek mezheb' zêdetir hatiye eşkerekirin. Divê mufredata perwerdehiyê xwedî naverokek laîk û zanistî be ku ji xwendekaran re bibe alîkar, jiyanê bi tevahî fam bikin û ezmûnên fêrbûnê yên ku dê ji pêşkeftina piralî ya zarok û ciwanan re xizmet bike tê de hebe.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeya “Perwerdehiya laîk, demokratîk û zanistî” bi dawî bû.
 
DÊRSÎM 
 
Şaxa Egîtîm-Sen a Dêrsimê jî têkildarî mufredata 'Modela perwerdehiya sedsala Tirkiyeyê' ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve hatiye amadekirin, li avahiya Şaxa Dêrsimê daxuyaniyek da. Endamên Egîtîm-Senê û perwerdekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Egîtîm-Sen'ê Sekreterê Şaxê Îlhan Oner daxuyanî xwend.