Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir

img
AMED - Parêzer Ozum Vurgun ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir. 
 
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiayên “li ser fermana rêxistinê li dosyayên kesên binçavkirî dinêre” û “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Ozum hat lidarxistin. Li ser îfadeyên îtîrafkare Umît Akbiyik, 14 çalakî û xwepêşandan weke hincet hatin nîşandan û doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Vurgun di dozê de amade bû, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Hevseroka  Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî tev li danişînê bûn. Îtîrafkar Akbiyik jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li bû. 
 
Di danişînê de ji ewil Vurgun axivî û wiha got: “Şahid, ji bo xwe ji sûc xelas bike îfade daye. Li gorî xwe şemayek xêz kiriye û cih da ye min jî. Ez nizanim Civîna Koordînasyona Bajar a şahid behs dike çi ye. Ez tev li civîneke wiha nebûme. Çalakiyên ez tev li bûm jî legal in. 
 
Îtîrafkar Akbiyik jî îdia kir ku Vurgun “li ser fermana rêxistinê dosyayên binçavkiriyan girtine.” Dozger jî xwest ku Vurgun bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin. Vurgun li dijî mutalaayê parastina xwe kir û xwest beraet bibe. 
 
EREN: AKBIYIK HATIBÛ BAROYÊ JÎ
 
Ji parêzerên Vurgun, Ekîn Yeter jî bi bîr xist ku 3 meh piştî îfadeyên Akbiyik beriya hilbijartinê operasyon hatiye kirin. Yeter, got ku tawanbariyên heyî li dijî komeleya wan hatine kirin û ew bêpere piştgiriya hiqûqî didin dozan. Yeter, anî ziman ku ev yek di rêziknameya komeleyê de jî heye û di gelek dosyayên mîna vê de biryara beraetê hatiye dayîn. 
 
Eren jî got ku Vurgun ji ber xebatên pîşeyî tê tawanbarkirin û ev tişt anî ziman: “25 hempîşeyên me hatin binçavkirin û dema min li medyaya civakî nihêrtî min şahidê eşkere Umît Akbiyik dît. Min nas nedikir lê dema min niha dîtî hat bîra min. Ev şexs hatibû baroyê jî. Xwest bi min re hevdîtinê bike û min qebûl kir. Li hemberî min rûnişt, got ji bo ciwanên ketin tora tiryakê xebatan dimeşînin û piştgirî xwest. Min jê pirsî bê ka kî ye û got ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatiye. Min jî jê re got ku xebatekî wiha dê gelek baş bibe. Heta pirsî bê ka dikare biçe kîjan saziyên din. Baş e ku derheqê min de jî îfade nedaye. Ev ne mutalaayeke wisa ye ku ceza were dayîn. Divê biryara beraetê were dayîn.” 
 
'DAXUYANIYÊN LI DIJÎ BINPÊKIRINA SÛC TÊN HESIBANDIN’ 
 
Parêzer Rûşen Seydaoglû jî got ku tevahiya 14 çalakiyên Vurgun bi tevlibûna wan tê sûcdarkirin çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û OHD’ê yên li dijî binpêkirinên mafan e lê weke sûc hatine hesibandin. Bi domdarî Seydaoglû çendek mînak da û got ji bo “endamtiya rêxistinê” tu delîl nînin. Seydaoglû diyar kir ku miwekîla wê Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê ya berê bû û daxwaza beraetê kir. 
 
Dadgehê derheqê parêzer Vurgun de biryara beraetê da.