Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike

img

STENBOL - Serokê Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Sen a Stenbolê Huseyîn Tosu di daxuyaniya têkildarî gelaleya mufredata nû de axivî û wiha got: “Perwerde bi referansên olî hatiye amadekirin û îktîdar îdeolojiya xwe bi eşkere û veşarî di nava xwendekaran de belav dike.” 

 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Stenbolê têkildarî gelaleya mufredata nû ya Wezareta Perwerdeya Netewî (MEB) daxuyanî dan. Endamên Velî Der’ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Em perwerdeyeke hemdem û ya zanistê esas digire dixwazin” û “Na ji modêla maarîfê re” û pankartên “Îtîraza me li dijî mufedatê hene” û “Em mufedata nû ya li dijî laîktiyê û zanistê red dikin” hatin hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û dirûşmên “Gelaleya mufredatê paşve bikişînin” û “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin” hatin berzkirin. 
 
Endama Velî Derê Seval Keleş got ku ew li dijî wê ne ku perwerdeya li dibistanan weke perwerdeya olî were guherandin û ew dixwazin pergala terîqetan were terikandin. Keleş, got ku dê zarokên xwe teslîmî vê tarîtiyê nekin. 
 
'JI HEDEFÊN SIYASÎ Û ÎDEOLOJÎK BÊPAR NÎNE’
 
Piştre jî Serokê Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Stenbolê Huseyîn Tosu metna hevpar xwend. Tosu, da zanîn ku divê mefredat bi şêwirîna zanyar, zanyarên perwerdeyê û sendîkayan re bê amadekirin. Tosu, diyar kir ku hedefên siyasî û îdeolojîk ên mufredatê hene û îktîdar hewl dide dixwazin nifşên li gorî xeta xwe ya siyasî-îdeolojîk biafirîne. Bi domdarî Tosu, anî ziman ku îktîdar di guhertina mufredatê de perwerdeya laîk û zanistî paşguh dike û ‘nirxên neteweî 3u manewî’ esas digire. Tosu, got ku têgeha “netewî û manewî” ji bo veşartina newekheviyan tê bikaranîn û MEB hewl dide îdeolojiya îktîdara siyasî bi awayekî eşkere û veşarî di nava xwendekaran de belav bike. 
 
'EM MUEFREDATA LI DIJÎ ZANISTÊ RED DIKIN’ 
 
Tosu, got ku di îktîdara AKP’ê de di perwerdeyê de referansên olî ketin eriyetê û wiha bi dawî kir: “Di demên dawî de hejmara dersên olî zêde bûne. Bi vê muefredata nû re dixwazin nifşên nafikirin, napirsîn, rexne nakin û îtîraz nakin ava bikin. Hedefên rejîma yekzilamî bi eşkere û nepen di bin navê ‘ol’ û ‘netewî’ de tên dayîn. Ev guherîna mufredatê nayê qebûlkirin. Em mufredata li dijî laîktî û zanistê red dikin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.