Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn

img
STENBOL - Li ser giliyê Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek li rojnamevan Bariş Terkoglû yê bi sûcdariya “Kesên di têkoşîna bi terorê re de hedef nîşan dane” derbarê wî de doz hatibû vekirin 2 sal cezayê hefsê hate birîn. 
 
Derbarê rojnamevan-nivîskar Bariş Terkoglû de bi hinceta nivîsa wî ya “Her tim heman dadger biryarên di rojêva Tirkiyeyê de dide” ku li ser malpera înternetê ya Odatv’yê hatibû weşandin û nivîsa wî ya bi seranavê “Dadgerê ku Tirkiyeyê tev li hev dike ji ku tê bîra min” ku li rojnameya Cûmhûriyetê hatibû weşandin li ser giliyê cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek bi sûcdariya “Kesên di têkoşîna bi terorê re de hedef nîşan dane” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Dadgeha ku biryar aşkere kir, diyar kir ku ji bo Terkoglû sûce “Kesên di têkoşîna bi terorê re de hedef nîşan dane” pêk hatiye û 2 sal cezayê hefsê dayê.