ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN

img
 
* 15'emîn Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê ya Mezopotamyayê ya ku li Amedê hat lidarxistin jî, bi kêrî cotkaran nehat. Cotkarên hatin fûarê, rastî fiyetekî zêde hatin. 
 
* Êlihiyan xwest ku êdî çareyek ji krîza aborî re bê dîtin. Ji welatiyan Yildirim Yildirim lêçûnên şer û leşkeriyê, welêt da wekî "çalereşê" dadiqurtînin. 
 
* Di dema AKP’ê de herî kêm 894 rojnameger hatine girtin, çapemenî ketiye destê hinekan û sansur hat qanûnîkirin. Ev, bû sedem ku welat di Endeksa Azadiya Çapemeniyê de dakeve rêza 165'emîn.
 
* Danişîna doza parêzera OHD’î Ozum Vurgun dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (10.00-16.00)
 
* Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê îro biçe serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. (12.00)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.00)