Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin

img
STENBOL - Di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de, 226 kes hatin binçavkirin. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku di 1'ê Gulanê Karkeran de bi giştî 226 kes hatine binçavkirin. Yerlîkaya diyar kir ku li Stenbolê 217, li Dêrsimê 5, li Mereşê 3 û li Aydinê 2 kes hatine binçavkirin.