Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî

img
RIHA - Rêxistina DEM Partî ya Rihayê, ji bo Şaredarê Bêrecûkê Mehmet Begîtê ku ji partiya wan îstifa kir got "Wê her tim bi şermî di bîra bajêr de be" û banga îstifakirinê kir. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, têkildarî Şaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ku di 29'ê Nîsanê de ji partiyê îstifa kir daxuyaniyeke nivîskî belav kir. 
 
Di daxuyaniya li ser hesabê X'ê yê partiyê hat belavkirin de wiha hat gotin: "Mehmet Begîtê ku vîna gel daye ber bazariyê wê her tim bi şermî di bîra bajêr de be." DEM Partiyê bang li Begît kir ku ji şaredartiyê îstifa bike.