Di Cejna Karkeran de cinayate kar

img
SEMSÛR - Di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de, karkerên ku qalibê înşeatê ketiye ser jiyana xwe ji dest da. 
 
Di Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê de karkerê ji Cezaîrê Abdelkarim Boudjemah ê 24 salî, înşeatekî li Taxa Karadag a navenda Semsûrê de dixebitî. Hat destnîşankirin ku qalibê înşeatê ket ser Boudjemahî. 
 
Boudjemah piştî bûyerê bi giranî birîndar bû. Piştî agahîdayînê, tîmên tendûristiyê hatin li cihê bûyerê û mudaxileya ewil li Boudjemah kirin. Boudjemahê ku rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê tevî hemû mudaxileyan nehat xelaskirin. 
 
Cenazeyê Boudjemahî ji bo karûbarên otopsiyê werin kirin, rakirin morga nexweşxaneyê.