Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan

img
STENBOL - Tevî êrişa dijwar a polîsan û dorpêçê jî bi hezaran kesên li Saraçhaneyê ji bo bimeşin Taksîmê li ber xwe dan. Polîsan gelek caran êrişî girseyê kir lê tevî vê jî girse heta demekî dirêj li qadê ma. 
 
Bi hezaran karker û kedkar ji saetên zû yên serê sibehê ve bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan ên Tirk û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) herikîn Saraçhane ya Stenbolê. 
 
Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn, xwestin ji surên Saraçhaneyê yên ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Lê belê polîsan bi guleyên plastîk û ava şid êrişî girseyê kir. Di dema êrişa polîsan de hinek ser hişê xwe çûn. Çalakvanan midaxileya ewil li kesên ser hişê xwe çûyîn kirin. 
 
 
‘HER DER BERXWEDAN’
 
Girseya ku ji bo meşa ber bi Taksîmê ve biisrar bû, piştî êrişa polîsan dîsa li pêşiya sûrên dîrokî kom bûn. Girseya di dest de ala û flama li dijî polîsan li ber xwe dan, bi çepik û tililiyan êrişa polîsan protesto kirin. 
 
Girseya ku bi alên di destê xwe de bersiv dan êrişa polîsan, bi drûşma “Her der berxwedan her der Taksîm” bertek nîşan dan. Ji êrişa bi bombeyên gazê rojnameger jî bibandor bûn. 
 
Tevî ku polîsan 6 caran bi bi gazên îsotê û ava şid êriş kir jî, bi hezaran kesan dirûşmên “Bijî Yekî Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Bi hezaran kesên li pêşiya sûrên ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin pankart û dovîz vekirin û berîqetên polîsan didin zorê. 
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ku ji DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û DDB’ê pêk tê, ragihandin ku çalakiya 1’ê Gulanê ya li Saraçhaneyê bi dawî kirine. Tevî vê yekê jî bi hezaran kesên li Saraçhaneyê heta demekî dirêj li wir man. Piştre jî girse ji qadê derket. 
 
Dema girse ji qadê derketî gelek kes ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.