Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin

img
AMED - Parêzer jî di nav de 20 kesên tê îdiakirin bi rêya têkiliya bi Edliyeya Amedê re hatiye avakirin re biryarên tehliye û beraetê dane derxistin û bi bedela vê pere wergirtin, hatin binçavkirin. 
 
Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Qasibkarî û Sûcên Organîzeyî, li dijî kesên têkilî bi Edliyeya Amedê re danîn û bi saya van têkiliyan biryarên tehliye û beraetê dane derxistin û bi bedela vê pere standin, operasyon li dar xistin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 4 jê parêzer bi giştî 20 kes ji ber sûcên “Ji bo sûcan rêxistin ava kiriye”, “Sextekarî”, “Bawerî nebaş bi kar aniye” û “Gefxwarin û birîndarkirina biqesdî” hatin binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî dê îro sewqî dozgeriyê bên kirin.