Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 28'ê nîsanê de Tirkiye bi êrişa balefirên şer 2 kolber qetil kiribûn. Hat zanîn ku hêzên PDK rê nadin ku malbat cenazeyen xwe bigirin. 
 
Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê Tirkiye di 28'ê nîsanê de bi balefirên şer êrişî kolberên ku ji çiyayên Xêre û Lolana Sîdekana Hewlerê derbas dibûn kir. Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê ên bi navên Ehmed Heyderî ê ji Serdeştê û xwedî zarokekî û Resûl Çekal ê ji Serdeştê û bavê 3 zarokan bûn hatin qetilkirin. Hat zanîn ku PDK'ê rê nade malbatan ku cenazeyê xizmen xwe yên di encama êrişa Tirkiyeyê de hatine qetilkirin bigirin. 
 
Herwiha hat zanîn ku cenazeyê kolberan hêj jî li cihê ku hatine qetilkirin mane. Hat diyarkirin ku malbatên her du kolberan ji bo cenazeyên xwe bigirin ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Hat zanîn ku hêzên çekdarî yên girêdayî PDK'ê rê nadin malbatan ku  cenazeyê xizmên xwe ji cihê bûyerê bigirin.