Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin

  • rojane
  • 17:04 24 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL – Parêzeran bi rojnamegerên di bin çavan de re hevdîtin kirin. Parêzeran gotin ku Enes Sezgîn di hevdîtinê de got ku polîsan li maleke cuda lêgerîn kirine û “delîlên” hatin bidestxistin ji bo wî hatine nivîsandin. Parêzer Şule Recepoglû jî got ku delîl tune bûn lewma lêpirsîna derheqê rojnamegeran de du salan dom kiriye. 
 
Di serdegirtinên malanên ên duh li Stenbol, Enqere û Rihayê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş, rojnameger Erdogan Alayumat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.
 
Mehmet Aslan ku li Enqereyê hatiye binçavkirin li Emniyeta Enqereyê, Dogan Kaynak ê li Wêranşar a Rihayê hatibû binçavkirin jî li Şaxa TEM’ê tê ragirtin. Hat zanîn ku dê îfadeyên Aslan û Kaynak li bajarên lê tên ragirtin bên girtin. 
 
ZEXTA ‘MULAKATÊ’ LI ROJNAMEGERAN KIRIN 
 
Parêzerên ku bi rojnamegerên li Stenbolê hatin binçavkirin re hevdîtin kirin, dan zanîn ku polîsan zexta “mulakatê” li rojnamegeran kirine. Parêzeran, got ku ji rojnamegeran re gotine;“Hûn ê biçin hevdîtina parêzaran” û birine cihê mulakatê û rojnamegeran jî gotine “Em beriya parêzerên xwe hevdîtinê nakin” û ev yek red kirine. 
 
NÛÇE WEKE SÛC HATIN NÎŞANDAN 
 
Parêzeran destnîşan kirin ku rojnameger di çarçoveya dosyayeke di sala 2022’yan de hatine binçavkirin, ji wê demê ve rojnameger hatine şopandin û hewl dane delîlan kom bikin. Parêzeran, diyar kir ku rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin lê tu delîl di destê polîsan de nînin. Her wiha parêzeran got ku nûçeyên rojnamegeran çêkirin jî weke sûc hatine nîşandan û tu delîleke tawanbariyên tên kirin nînin. 
 
'DIXWAZIN ÎLLEGALÎZE BIKIN’
 
Parêzeran, daxuyand ku hewldan heye ku rojnameger “îltîsakî” rêxistinê bikin û ji Saliha Aras re wiha gotin: “Yenî Yaşam û MA nûçeyan didin hev û ji hev digirin. Lewma têkiliya wan heye.” Parêzeran got ku xebatên rewa weke xebatên rêxistinî tên nîşandan û weke pirs tên pirsîn. Parêzeran got ku emniyet hewl dide xebatên çapemeniyê “îllegalîze” bike. 
 
LI MALA XELET LÊGERÎN KIRIN, DELÎLÊN LI DAÎREYEKE CUDA KOM KIRIN
 
Parêzer Şule Recepoglû ku bi xebatkarê Yenî Yaşamê Enes Sezgîn re hevdîtin kir, têkildarî hevdîtinê ev agahî parve kir: “Polîsan li mala Sezgîn bang lê kirin û birin qata jorê. Ji bo daîreya Enes lê dima biryara lêgerînê tune ye. Lê bi hinceta ku li qata jor sînyal heye, ji bo wir biryara lêgerînê derxistin. Bi awayekî rasthatî li deriyê mala Enes lê dima xistine. Tê li derî dixin û dibêjin; ‘em ê li qata jor lêgerînê bikin lê divê yek li wir amade be.’ Alîkariyê dixwazin. Nasnameya Enes dixwazin û dixwazin derkeve qata jor. Li wir bîstekê tê sekinandin û piştre ji cîranan alîkariyê dixwazin. Dema ew tên jî dikevin daîreya qata jor. Berê kamerayê didin rûyê Enes û jê re dibêjin ‘derheqê de biryara binçavkirinê heye, lewma em te binçav dikin.’ Piştre jî li qata jor lêgerîneke berfireh dikin.” 
 
Recepoglû, da zanîn ku polîsan delîlên li qata jor berhev kirin li dijî Sezgîn bikaranîne û wan jî li dijî vê rewşê îtîraz kirine. Recepoglû, wiha domand: “Ji bo dosyayê biryara nepeniyê heye. Sedema vê jî ew e ku dosya vala ye. Tu delîlên şênber ên îdiayan piştrast bikin tune ne. Tenê ji bo bibêjin ‘me endamên rêxistinê girtin’ wiha dikin.” 
 
JI BER KU DELÎL TUNE BÛN LÊPIRSÎN DU SALAN DOM KIR 
 
Recepoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Lêpirsîn ev du sal in didome. Lê tu delîlên şênber tune ne. Jixwe heke hebûna ewqas ne vedihêlandin. Dê tavilê binçav bikirana. Tu dosyayên du salan didomin bi biryara nepeniyê nayên veşartin. Ev du sal in di qada cemaweriyê de xebatan dikin. Dikarina bang lê bikin. Ji ber ku delîl tune ne, ewqas vehêlandin û biryara bisînorkirinê dan. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Tu hêmayên sûc tune ne. Em dibînin ku bi awayekî derhiqûqî hewl dane ‘delîlan’ kom bikin.”