Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan

  • rojane
  • 16:31 24 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Parêzer û malbatan piştî danişîna Doza Komkujiya Garê daxuyanî dan û bertek nîşanî dozgerê ku di mutalaaya xwe de qala “sûcên li dijî mirovahiyê” nekirî dan. 
 
Danişîna 24’emîn a Doza Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ku ji hêla bersûcên firarî ve hatiye veqetandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Piştî danişînê li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî hate dayîn. Endamên Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşkun û Îlke Işik daxuyanî dan û bertek nîşanî mutalaaya dozger dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku doz ev 9 sal in didome û wiha hate gotin: “Ji roja ewil heta niha darazê helwesta xwe neguherand û bi mutalaaya dawî jî ev helwest dubare kir. Di nava salan de şandeya dadgehê guherî lê mixabin ev helwest neguherî. Dadgeh dixwaze çendek kesên di dosyayê de cih digirein ceza bike û dosyayê bigire. Lê belgeyên nû berpirsyartî û bûyerên nû derdixînin holê. Di ewraqeke nû de derket holê ku Yakub Şahîn malzemeyên bombeyê temîn kiriye, nasnameya wî hatiye tespîtkirin û li telefonên wî hatiye guhdarîkirin lê derheqê wî de tu kirarî nehatine kirin. Ev belge nîşan dide ku komkujî bi çavdêriya dewletê hatiye kirin. 
 
Ji ber van sedeman, tevî delîlan jî daxwazên me hatin redkirin, jinedîtî ve hatin dîtin û xwestin tavilê dosyayê bigirin. Em îro careke din bûn şahid ku delîlan tune dikin. Bêyî ku li daxwazên me guhdarî bikin, tevî ku gelek kêmanî di dosyayê de hene jî mutalaaya dozger hat girtin. Îcar bêyî ku dosya were lêkolînkirin mutalaa hatiye pêşkeşkirin.”
 
‘EM MUTALAAYÊ QEBÛL NAKIN’ 
 
Bi domdarî hat gotin ku di mutalaayê de “sûcê li dijî mirovahiyê” jinedîtî ve hatiye dîtin û wiha bi dawî bû: “Komkujiya 10’ê Cotmehê yek ji komujiyên herî mezin e û di dîroka daraza Tirkiyeyê de cara ewil e di îdianameyê de sûcê li dijî mirovahiyê cih digire. Sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin û ev eşkere ye lê daraz kete nava helwestekî ku faîl û kiryarên wan înkar dike, guhên xwe ji daxwaza edaletê re girt, berpirsyartî veşart û hewl da rastiyê di tarîtiya dîrokê de veşêre. Ev yek jî ji bo mexdûrên komkujiyê bû domandina komkujiyê. Tevî van jî miwekîlên me bi sebrekî mezin lêgerîna xwe ya ji bo edaletê domandin û dê ev lêgerîn bi biryara lez û bez a dadgehê jî bi dawî nebe. Em li pey edaletê ne û li gel doza xwe ne.”