Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir

  • rojane
  • 16:08 24 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Yeter Sîvrî ku du keçên xwe di Komkujiya Madimakê de winda kiribû û bi salan ji bo edaletê têdikoşiya, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin wefat kir. 
 
Yeter Sîvrî ku di Komkujiya Madimaka Sêwasê ya di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de zarokên xwe Asuman û Yasemîn Sîvrî winda kir, li Nexweşxaneya Bajar a Bîlkentê dema dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Sîvrî, di demên berê de emeliyata by-passê bûbû û ji ber ku xwîn çûbû ser mejiyê wê dihat tedawîkirin. 
 
Yeter Sîvrî bi salan ji bo kujerên keçên wê û yên kujer sor kirin bên darizandin, têkoşîna edaletê dimeşand. 
 
Cenazeyê Sîvrî dê sibe piştî merasîma li Cemxaneya Pîr Sultanê ya Oranê bê definkirin.