Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin

  • rojane
  • 16:07 24 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di danişîna doza Komkujiya Gara Trênê ya Enqereyê de derket holê ku telefona kesê bombevan anîne, ji aliyê polîsan ve hatiye guhdarkirin. 
 
Danişîna 24’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ku ji hêla bersûcên firarî ve hatiye veqetandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Di danişîna dozê de hûrgiliyên balkêş derketin holê. Derket holê ku ligel daxwaznameya ku parêzeran pêşkeş kir, telefonên endamê DAIŞ’ê Yakûb Şahîn ê ku beriya komkujiyê ji wesayîta du bombeyên zindî anîn Enqereyê re eskortî kiriye, 3 roj beriya komkujiyê hatiye guhdarkirin û bi awayekî fizîkî hatiye şopandin.
 
Li gorî belgeyên ku Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê xwe gihandinê, piştî îxbara ku hewl daye li navçeya Nîzîp a Dîlokê ji bayiya gubreyê amonyûm nîtratê bigire, Midûriyeta Polîsan a Bajêr di cotmeha 2015’an de derbarê Yakûp Şahîn de kirarî dane destpêkirin. 
 
Li ser nivîsa Midûriyeta Polîsan a Nîzîpê, Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Dîlokê di 1’ê cotmeha 2015’an de agahiyên têkildarî Yakûp Şahîn ji Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan re ragihand. 
 
Di heman demê de 5 roj beriya komkujiyê an ku di 5’ê cotmeha 2015’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve ji 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate xwestin ku têkildarî Yakûb Şahîn biryara tedbîrê ya mudaxileya ragihandinê bê wergirtin. 
 
4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî di 7’ê cotmeha 2015’an de derbarê Yakûp Şahîn de biryara mudaxileya ragihandinê wergirt. An ku 3 rojan berî komkujiyê hem telefona Yakûp Şahînê ji bombevanan re eskortî dikir dihate guhdarkirin û hem jî bi awayekî fizîkî dihate şopandin. 
 
PARÊZERAN DAXWAZNAME DAN
 
Yek ji parêzerê gilîkeran Erkan Unuvar, bi daxwaznameya da dadgehê daxwaza biryara mudaxileya ragihandinê ya têkildarî Yakûb Şahîn û evraqên hemû lêpirsînên têkildarî vê biryarê kirin. Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Li gorî vê yekê, tê fêmkirin ku beriya komkujiyê telefonên Yakûb Şahîn ji aliyê polîsan ve hatine guhdarîkirin, lê belê çalakiyên xwe yên têkildarî komkujiyê dewam kiriye û di encamê de komkujî di 10’ê Cotmeha 2015’an de hatiye kirin. Wateya vê bi awayekî aşkere diyar e. Yek ji faîlên komkujiyê Yakûb Şahîn di bin şopandina polîsan de ev komkujî pêk anî ye û midûriyeta polîsan jî tenê şopandiye.”
 
Di daxwaznameyê de hate destnîşan kirin ku rastiya Şahîn di bin şopandina teknîkî ya polîsan de komkujî pêk aniye bi gotinên “Tevî ku piştî komkujiyê hem ji aliyê polîs, hem ji aliyê dadgeriyê û hem jî ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hat zanîn jî, heta roja îro bi awayekî hevpar û bi pîvan hatiye veşartin.”
 
DAIŞIYÊN DIN ÊN TELEFONÊN WAN HATIN GUHDARKIRIN 
 
Di daxwaznameyê de hate bi lêv kirin ji bilî Yakûb Şahîn wê demê beriya komkujiyê 3 endamên DAIŞ’ê yên din hatiye guhdarkirin lê 8 sal in ev nav hatine veşartin. Parêzeran, ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan re nivîs nivîsand û xwestin ku navê her 3 endamên DAIŞ’ê bên pirsîn.