Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin

  • rojane
  • 15:44 24 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Piştî biryara qedexekirina Qada Taksîmê li 1’ê Gulanê, sendîka çûn qadê û gotin ku ew biryara walîtiyê nas nakin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Taksîmê li dar bixin serî li Walîtiya Stenbolê dabû û ev serlêdan hatibû redkirin û qad hatibû qedexekirin. Li ser biryara qedexeyê ya walîtiyê, Enerjî-Sen, Sendîkaya Mamosteyan Sektora Taybet, Dev Tekstîl, TOMÎS û KATAŞ- SEN’ê yên girêdayî DÎSK’ê derketin Qada Taksîmê. Sendîkayan diyar kirin ku ew biryara qedexeyê ya walîtiyê nas nakin û bang li her kesî kirin ku di 1’ê Gulanê de biherikin Qada Taksîmê. 
 
Nûnerên sendîkayan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û nûneran çalakiya xwe bi dirûşma “Di 1’ê Gulanê de em ê li qada 1’ê Gulanê bin” bi dawî kirin.