Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin

  • rojane
  • 15:42 24 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û ev bang hate kirin: “Qirkirinê qebûl bikin û lêberînê bixwazin.” 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan li gelek bajaran daxuyanî da. Di daxuyaniyan de banga hevrûbûnê hate kirin û kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn. 
 
ENQERE 
 
Şaxa ÎHD’a Enqereyê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî tev li daxuyaniyê bû. Hevseroka komeleyê ya Enqereyê Asli saraç got ku di dema qirkirinê de mal, milk, pere, bîrdarî û nirxên dîrokî yên ermenan hatine desteserkirin. 
 
Saraç, got ku şaristaniyeke bi hezaran salan ji dîrokê hate jêbirin û di vê pêvajoyê de gelên qedîm ên bakurê Mezopotamyayê suryan, pontus, rûm û ermen hatin qirkirin. Saraç, got ku dewleta tirk qirkirineke wisa kir ku xelkê ermen li ser xaka xwe neçar ma ku hebûna xwe bidin îspatkirin. Saraç, got ku Tirkiye tenê bi înkarkirina qirkirinê bisînor namîne, kesên qala qirkirinê dikin jî ceza dike. Saraç, wiha domand: “Înkarkirina qirkirinê, domandina qirkirinê ye. Dawî li vê înkarê bînin. Li gel encamên wê yên hiqûqî, vî sûcî qebûl bikin. Wê demê dê kesên di çeman de xeniqîn, li newalan li ser hev hatin komkirin, ji nizaran hatin avêtin, di behran de xeniqîn li gorî heysiyeta xwe bên veşartin. Dê ruhê wan şad bibin. Lewma em biisrar dibêjin qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin.” 
 
Di heman demê de şaxên ÎHD’ê yên Edene, Wan, Stenbol û Rihayê jî daxuyanî dan û daxuyaniya hevpar xwendin.