Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye

  • rojane
  • 15:32 24 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku ser daxwaza Fransayê bi ser studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê de hatiye girtin. 
 
Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne.
 
Derket holê ku ser daxwaza Fransayê bi ser studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê de hatiye girtin. Li gorî nûçeya DW’yê; polîsên Fransayê di çarçoveya lêpirsîna “çavkaniyên malî yên PKK’ê” de 8 kes binçavkirine. 
 
Dozgeriya Têkoşîna bi Terorê re ya Netewî ya Fransiz, aşkere kir ku derbarê 8 kesan de di navbera salên 2020 û 2024’an de îdiayên “amadekirin an jî fînasekirina çalakiyên rêxistinê, ji bo rêxistinekê fînanse bikin pereyan bidin an jî teşebus bikin pereyan bidinin.” 
 
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de “bi armanca delîlan bibînin” li Belçîkayê jî bi ser studyoyên televizyonan de hatiye girtin û lêgerîn hatiye kirin.