Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin

  • rojane
  • 15:24 24 Nîsan 2024
  • |
img
ÊLIH - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê de girtin. 
 
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê de girtin. Hat ragihandin ku serdegirtina avahiya partiyê li ser “îxbareke” derheqê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatiye kirin. Lê belê derheqê “îxbarê” de tu agahî bi partiyiyan re nehatin parvekirin. 
 
Partiyiyan polîs hişyar kirin û gotin ku beriya parêzer û hevserokên partiyê nikarin li avahî lêgerînê bikin. Li ser vê yekê polîsan jî gotin: “Em lêgerînê dikin û hûn ku derê bixwazin herin li wir giliyê xwe bikin.” Li ser bertekên partiyiyan, polîsan ketin û derketina avahiya partiyê girtin. 
 
DEM Partî ya Êlihê jî ev bang kir: “Faşîzma AKP-MHP’ê ku di hilbijartinan de têk çû, careke din bi êrişa li dijî kurdan û partiya wan hewl dide dawiya xwe taloq bike. Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li partiya xwe derkeve û ji bo piştevaniyê bên pêşiya avahiya partiyê. Êlih, xwedî li vîna xwe derkeve.”
 
Bi sedan kes hatin pêşiya partiyê û bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Zext nikarin me têk bibin” serdegirtina avahiya partiyê protesto kirin. 
 
Gel hêj li pêşiya avahiya partiyê ye û lêgerîna li avahiya partiyê jî didome.