Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin

  • rojane
  • 15:16 24 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Ji bo aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê M. Mîraç Dînç ku wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu hedef nîşan dabû, cezayê muebbetê hat xwestin. 
 
Di 4’ê kanûna 2021’ê de li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê li dijî birayê Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Cıhan Guven ê bi navê Tahir Guven êriş hatibû kirin û hatibû kuştin. Di doza têkildarî bûyerê dozgeriyê mutalaa da. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna derheqê mirina Guven de li bajar 26 kes hatibûn binçavkirin. Li ser hedefnîşandana wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) M. Mîraç Dînç û 2 kesên din bi îdiayên “Kuştina bi plankirî” û “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hatin girtin. 
 
DAXWAZA CEZAYÊ MUEBBETÊ
 
Danişîna 10’an li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin û Gok û Dînç tev li nebûn. Dozger, mutalaa da û xwest Gok û Dînç bi heman îdiayan bi cezayê muebbeta giran bên cezakirin.
 
Şandeya dadgehê bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de danişîn taloqî 17’ê gulanê kir.