ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 7 Hezîran 2023
  • |
img
* Rojnameger Argeş Şengalî diyar kir ku êrişên li ser Mexmûr, Rojava û Şengalê di çarçoveya Peymana 9'ê Cotmehê de tên kirin û got: "Heke ku Mexmûr qels bibe, dê Şengal qels bibe, Şengal qels bibe vê carê jî dê Rojava qels bibe." 
 
* Parêzerê 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin û ev saleke di girtîgehê de Resûl Temûr diyar kir ku îdianameya rojnamegeran ji xebatên rojnamegeriyê pêk tê û wiha got: “Pêvajoya girtî ya demdirêj veguheriye rêbazekî cezakirinê ya kêfî.”
 
* Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku di bingeha krîzên Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye.” 
 
* Makbûle Sevînç, ji aliyê zilamê ku pê re zewicandîbû ve hatibû kuştin. Danişîna doza Sevînçê di 9'ê hezîranê de ye. Dêya wê Adîle Guler, ji bo beşdariya li danişînê bang kir. 
 
* Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara bibîr xist ku di encama hevdîtinan de wan û hikûmeta Iraqê di hin waran de li hev kiriye. Kara destnîşan kir kir tu pirsgirêkeke wan bi Iraqê re nîn e û got ku di demên pêş de dibe ku hin qanûnên hikûmetê biguherin. 
 
* Amediyan diyar kir ku biryara HDP û Partiya Çepên Kes a ji bo heyama nû ku dê bi gel re biryarê bistîne, biryareke di cî de ye û gotin: "Partiya me ji bo yekîtiyê heye. Lewma divê di heya nû de guh bide gel." 
 
* Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Sûltan Ozcanê diyar kir ku dê dakevin qada jinan û der barê hilbijartinê de pêvajoya rexne-xwerexnekirinê bi rê ve bibin û got: "Em ê mekanîzmayeke rexne-xwerexneyê ya rast bixebitînin û ber bi kongreya mezin ve biçin."
 
* Jinan, anî ziman ku li dijî tabloya dijberî jinan li Meclisê ava bû dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Em ê dîwarên tirsê hilweşînin.”
 
* Li ser gefên Emniyeta Antalyayê, ofîsa emlaqê peymana kirêyê ya bi xwendekarên kurd re betal kir. Xwendekaran got ku ev du sal in di bin zexta polîsan de ne û dan zanîn ku dê giliyê polîsan bikin. 
 
* Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr piştî gefên “wê pênûsa te bê şikandin” lê hat xwarin 31 sal berê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat qetilkirin. Kujerê Akdemîr hat berdan lê pênûsa wî ya rojnamevaniyê li erdê nema. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 807'emîn de berdewam bike. 
 
* Danişîna doza parêzer Aryen Tûran a ji ber axaftina xwe ya li Kongreya Baroya Îzmîrêtê darizandin, dê li Dadgeha Îzmîrê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Danişîna doza cerdevanê berê Ramazan Babat ku bi tawanbariya tecawizî zarokekê kiriye tê darizandin dê li Dadgeha Şirnexê bê lidarxistin. (11.40)
 
* ÎHD'a Îzmîrê rapora "Binpêkirina mafên zarokan a sala 2022'yan" dê li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)
 
* Li Amedê 5'emîn Rojên Ma Muzîkê wê li avahiya Ma Muzîkê dest pê bike. (19.00)